Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîmşek: Tirkîyê Kar Li Ser Kontrola Darayî Û Daxistina Asta Kêmbûna Budceyê Dike


Wezîrê Darayî yê Tirkîyê Mehmet Şîmşek
Wezîrê Darayî yê Tirkîyê Mehmet Şîmşek

Wezîrê Darayî yê Tirkîyê Mehmet Şîmşek roja Yekşemê got, Tirkîyê ji bo ji nû ve avakirina rêkxistina darayî û kontrolkirina asta kêmbûna budçeyê pîvanan datîne.

Kêmasiya budceya 5 mehên destpêkê 263,6 milyar lire (10,12 milyar dolar) bû, li gor salekê berê ku 124,6 milyar lire bû, ji ber zêdebûna lêçûnên berî hilbijartinên Gulanê û bandora erdhejên meha Sibatê yên li başûrê Tirkîyê.

Şîmşek li ser Twitterê wiha got: "Em ê bi ji nû ve sazkirina rêkxistina darayî û kontrolkirina kêmasiya budceyê rê nedin xirabûna mayînde ya nîşaneyên darayî yên giştî."

Tirkîyê roja Înê baca nirxa lêzêdekirî (VAT), xerc û bacên deynên serfkaran zêde kir.

Reşnivîsa qanûnê ya ku li parlemanê tê gotûbêjkirin, hewl dide ku baca kompaniyan zêde bike ji bo dabînkirina darayî ya xebatên nûveavakirinê, piştî erdhejên meha Sibatê ku zêdetirî 50,000 kes kuştin û bi mîlyonan li başûr bê mal hiştin.

Şîmşek diyar kir ku dê di nava salekê de zêdetirî 319 hezar xanî bên çêkirin û radestî kesên malên xwe winda kirine bibin.

Wî got, "Pakêta ku li parlemanê tê gotûbêjkirin, armanc dike ku bandora lêçûnên zêde yên erdhejê li ser budceyê kêm bike. Ev rêzikname jî wê bi awayekî nerasterast piştgirî bide kontrolkirina kêmasiya hesabê heyî."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG