Wezîrê navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlikaya got ku du çekdarên rûnixamtî di dema merasîma roja Yekşemê ya dêreka Stenbolê de kesek kuşt û got ku berpirs ji bo girtina êrîşkeran dixebitin.
Yerlikaya diyar kir ku êrîşa ku Enqereyê şermezar kir, demjimêr di 08:40an de li Dêra Katolîk a Santa Maria ya Îtalyayê ya li navçeya Sariyerê pêk hat û kesek ku ji aliyê çekdaran ve hat armanckirin, dema ku beşdarî merasimê bû, hat kuştin.
Yerlikaya li ser platforma medyaya civaki Xê got: "Li ser vê mijarê lepirsîneka berfireh hat destpekirin û ji bo girtina êrîşekeran kar berdewam e."
Walîyê Stenbolê Davut Gul li dervayê dêrê ji rojnamevanan re axivî û got ku qurbanî welatiyê Tirkiyê ye û ti kesên din birîndar nebûne. Wî got ku êrîşkeran tenê kesek gulebaran kir.
Nehat zanîn sedema êrîşê çi ye û çima qurbanî hatiye armanckirin.
Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo sersaxiyê telefonî keşeyê dêrê, rêveberê herêmî yê partiya xwe ya desthilatdar û qunsilxaneya Polonyayê ya Stenbolê kir û sersaxî xwest.
Papa Francis jî piştî nimêja xwe ya heftane sersaxî da û got:
"Ez nêzikatiya xwe ji civata Dêra Saint Mary Draperis a Stenbolê re, ku di dema nimêjê de rastî êrîşa çekdarî hat û bû sedema mirina kesekî, radigihînim."
Çavkanî: Reuters