Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Tirkiyê di Şerê Koronayê de li Şûn Ma


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê got Tirkiyê di şerê dijî koronayê de hinekî li şûn maye, lê dûrketina civakî û bikaranînan maskan dê xelkê biparêzin û alîkatriya nûgeşbûna abûriyê di nîvê duyem ê salê de bike.

Erdogan di axaftineke tilfizyonî de got:

“Hejmarên van rojên dawiyê diyar dikin ku di şerê petayê de me cihê xwe winda kir... lê em kar dikine ku vê petayê ji ecindaya xwe bavêjin bi riya pêgiriya bi paqijiyê, bikaranîna maskan û dûrketina civakî.”

Wî got ji meha Nîsanê ve nîşanên nûgeşbûna abûriyê gelekî bihêz in û “em pêşbîniya zexmeke mezin ji nîva duyem a salê dikin.”

XS
SM
MD
LG