Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Vîrusa COVID-19 Bi Awayekî Fereh Belav Dibe


Li gorî amarên dawî, vîrusa Covîd-19 li Tirkiyê derketîye astên herî bilind. Di van deman de nav rojekê de 55 hezarî zêdetir kes bi vîrusa korona dikevin û 250’yî zêdetir mirov jî jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî amarên wezareta tenduristîyê ya Tirkiyê, di destpêka belavbûna koronayê de heta niha, di warê mirin û nexweşîyê de Tirkiye derketîye asta herî bilind.

Di 1 Adarê 2021an de gava bergirî koronayê hatin rakirin, gelek bajarên Tirkiyê di rêjeya herî kêm de bûn.

Rêxistin û pisporên tenduristîyê di vî warî de hişyarî didin û dadidinxuyakirin ku di nav mehekê de ev rêje yekser peqîya.

Omer Farûk Pamukçû
Omer Farûk Pamukçû

Dr. Omer Farûk Pamukçû, gava vê yekê dinirxîne dide xuyakirin ku ev hejmarên tên weşandin jî bi guman in.

Pamûkçû di vî warî de wiha dibêje:

“Li Tirkiyê hin statîstîk tên dîyarkirin, lê rastî mirov nikare bi wan bawer be. Gava em Tirkiyê tevahî bidin ber çavan li gorî hin lêkonînan hejmarên nexweş û mirîyan, ji yên ku tên dîyarkirin gelek zêdetir in.”

Tirkiyê vaksîna Sînovac û BioNTech bikar tîne. Dr. Pamûkçû gava li Tirkiyê vaksînê dinîrxîne wiha dibêje:

“Heta niha li Tirkiyê 18 hezarî zêdetir kes vaksîn li xwe xistîye. Di nav wan de 10 hezarî zêdetir qonaxa yekemîn, 7 hezarî zêdetir jî qonaxa dûyemîn vaksîn li xwe daye. Lê eva ji bo bergirîya koronayê gelek kêm e.”

Li dinyayê hejmara pêketîyên vîrûsa koronayê nêzîkî 135 mîlyonî ye, li Tirkiyê jî hejmara nexweşan 4 mîlyonî borî ye û heta niha 33.458 mirov jî mirine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00


XS
SM
MD
LG