Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Bandora Kudetaya Têkçûyî ya Sala Borî li Ser Tirkiyê


Salekê berê wek îro serbazên Tirkiyê hewla kudetayekê dan li dijî hikûmeta serokomar Receb Tayyip Erdogan lê ev hewl têçû û di encamê de jimareke mezin xelkê hatin kuştin û birîndar hûn.

Piştre hikûmetê helmetek girtina bergumanên vê pilanê dest pê kir û bi sedhezaran kes hatin girtin û ji kar dûrxistin.

Li gor çavdêran, kudetaya têkçûyî rewşek nû li Tirkiyê ava kir ku bandorek mezin da ser asta siyasî, abûrî, rojnamevanî, mafê mirov û gelek biwar û bingehê din ên jiyanê li Tirkiyê.

Gelo di vê salê de rewşa Tirkiyê çawa hate guhertin, çi qezenc bûn û çi ziyan guhîştin welêt?

Bandora vê yekê li ser rewşa Kurdên Tirkiyê û tevgeran wan a siyasî çawa bû?

Bernameya Tîrêj bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:​

Remezan Moray, cîgirê serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan û rojnamevan Salih Turan ku herdû jî li Tirkiyê dimînin.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Tîrêj 15_07_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:40 0:00

XS
SM
MD
LG