Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çima Dadgeha Bilind ya Tirkiyê Doza Cizîrê Red Kir?


Doza Cizîrê piştî Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa, li Dadgeha Bilind ya Tirkiye jî hate redkirin.

Dadgeha Bilind li ser malpera xwe ragihand ku ew serdana Doza Cizîrê red dike lê sedeman eşkere nekirîye.

Çaverêye ku di nav du mehan de sedeman ragihîne.

Lê bi biryara Dadgeha Bilind, li malbatên Cizîrê carek din rêya Dadgeha Bilind ya Ewrupa vedibe.

Hêjayî bîrxisitinê ye di sala 2015’an de piştî li hin bajarvaniyên Kurdan xweserî hate ragihandin ji aliye şaredarîyan, li kuçe û kolanan xendek hatin kolan, barikat hatin danîn û li hember hêzên ewlekarîyê şerê çekdarî hatibû destpêkirin. Cizîr yek ji wan navendan bû ku zîyanek mezin ya mal û can çêbû.

Hate îdiakirin tenê li sê jêrzemînên avahîyan ji 170 zêdetir birîndar hatin kuştin û şewitandin.

Evuqat Ramazan Demir, jibo birîndaran rakin nexweşxaneyê, serî li Dadgeha Bilind ya Tirkiye xistibû lê piştî ku tu biryarek ji wir derneket, li ser navê birîndaran, serî li Dadgeha Ewrûpayê jî xistin.

Lê di sala 2019an de Dadgeha Ewrupayê, jiber ku hemî rêyên hiqûqî yên navxeyî nehatine temamkirin, serdana doza Cizîrê qebûl nekir.

Ramazan Demir got, ewê jibo binpêkirina mafê dermankirinê, ya jîyanê, ya binaxkirinê, ya çûnhatinê doza Cizîrê carek din bibin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê.

Evuqatê Doza Cizîrê Ramazan Demir got:

''Emê li wir helwesta dadgehên tirkiye jî gotûbêj bikin. Jiber ku dema sûcên dewletê an sûcên ku hêzên ewlekarîyê de biryarên hiqûqî ji dadgena dernakevin''

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00


XS
SM
MD
LG