Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerîya Tirkiyê Îdîanemeyeke din Dijî Karsaz Osman Kavala Amede Kir


Xwepêşandanên bi navê Parka Gezî sala 2013’an de dijî hikûmeta Tirkîyê li Îstenbul’ê destpê kiribû û li seranser bajarên Tirkîyê jî belav bibû.

Jiber vê yekê karsazê xerxwaz Osman Kavala di Cotmeha 2017’an de hatibû desteser kirin û di 1’ê Mijdara 2017’an de, Kavala bi tawanên wek ‘’hewildana pûçkirina hikûmetê’’ û ‘’hewildana rakirina sîstema qanûna bingehîn’’ hatibû girtin.

Piştre Kavala di meha Sibatê ji vê dozê berat kirîbû. Lê vê carê jî dozgerîyeke Tirk li ser heman mijarê îdianameyeke din jibo Kavala amade kir. Îdianame bi tawana “sîxurîya leşkerî û siyasî ” û ‘’hewildana rakirina sîstema qanûna bingehîn’’ hatiye amade kirin.

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International), li ser îdianemeya nû bertek nîşan da û got, ev îdianeme bi “armanca tolhildanê” hatiye amadekirin û rêxistinê xwest ku Kavala serbest were berdan.

Parêzer Veysel Ok destnîşan kir ku îdianemeya hatî amadekirin ne pêkan e ku wek îdianame were qebul kirin.

“Ev îdianame tenê nivîseke ji rêzê ye. Bi temamî ji dek û dolap û çirokan pêk tê. Ev îdianeme ji civîn û gerên pêk nehatî hatiye amadekirin. Dozgerî li ser vê yekê Kavala bi darbeya leşkerî ya 2016’an û xwepêşandanên Parka Gezî ve tawanbar dike. Di hiqûqa Tirkîyê de ev îdianame şertên îdianemeyê pêk nayîne. ” Wî got.

Parêzer Veysel Ok
Parêzer Veysel Ok

Parêzer Ok, berteka Amnesty International jî di cîh de dibîne û dibêje Kavala jibo ku di zindanê de were hiştin ev îdianame hat amade kirin û wî bang li Konseya Yekitîya Ewrupa jî kir.

“Konseya Yekitîya Ewrupa dikare zêdetir tiştan bike. Jiber ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR), girêdayî konseyê ye. Ku dadgehê daxwaza berdana wî kirîbû. Heman îdia di îdianameya niha de jî cîh digere.”

Hêjayî birxistinê ye ku Kavala, ev nêzîkî sê sal in jiber dozeke din di zîndanê de ye, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR), di Kanûna borî de biryar da ku girtina demdirêj a Kavala neqanûnî, bêbingeh û bi sedemen sîyasî ne. Herwiha ECHR jî daxwaza berdan wî kirîbû. Lê Tirkîye daxwaza ECHR ya jibo berdana Kavala red kirîbû.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00


XS
SM
MD
LG