Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kemal Bulbul: Dewleta Tirkîyê Dixwaze Me Tune Bike


Kemal Bulbul
Kemal Bulbul

Li dadgehên Tirkiyê li ser parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP’ê) cezayê hepsê hatin dayîn û di derheqê parlementerên HDP’ê de jî 50 fezleke radestî Meclîsa Tirkîyê hatin kirin.

Dadgeha Amedê, di derheqê palementerê HDP yê Antalyayê Kemal Bulbul de, bi tewanbarkirina “endamtîbûyînîya rêxistina terorê ya bi çek” 6 sal û 3 meh cezaya hepsê da.

Di rojên çûyî de 62 fezleke di derhepên parlementeran de hatin Meclîsa Tirkiyê. Di nav van fezlekeyan de 50 fezleke bes di derheqên parlementerên HDP’ê de ne.

Him ev caza dayîn û him jî sedema fezlekeyên ku hatine amadekerin, parlementerê HDP Kemal Bulbul ji bo Dengê Amerîkayê nîrxand.

Bulul bo cezadayînê wiha got:

“Min di Kongra Civaka Demokratîk de aqiftinek kiribû. Ji bo ku ez beşdarî vê derê bûme min bi endamtîya rêxistina terorîstî ceza dikin. Lê ew dem parlementerên AKP jî beşdar bûbûn. Disa serokê Parlementoyê Cemîl Çîçek jî payamek şiyandibû. Ji wan re ceza tuneya lê ji me re ceza heye. Ev jî di nav hiqûqê de dubendîyeke.”

Di derheqê Bulbul de heta niha nêzîkî 15 fezleke hatîye meclîsê. Bulbul ev yek jî wahi rave kir:

“Rojên çûyî disa fezleke hatin meclîsê. Di nav vana de 50 fezleke li ser parlementerê me ne. Bi van fezlakan dixwazin ku dengê partîya me bibirin. Em sîyasetmedarin heke em qise nekin wê gavê karê me li meclîsê çî ye? Armanca wan ewe ku partîya me HDP tune bikin.”

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG