Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Hejmara Rojane ya Pêketîyên Korona ji 10 Hezaran Kêmtir bû


Wezirê Saxlemîyê yê Tirkiyê Farhettin Koca roja Çarşemê bi Lijneya Zanist re komcivînek li dar xist û ragihand ku piştî karanatînaya 19 rojan, hejmara rojane ya pêketiyên koronayê bi binîya 10 hezaran ketîye. Di meha Nîsanê de rojane 60 hezarî zêdetir mirov bi nexweşînê diketin.

Li Dîyarbekir hejmara heftane ya pêketiyan ji sed hezaran 63,81 e.

Li gorî lêkolînên wezaretê li bajarên Kurdan dereceya rîskê normal e û di nexwşeya COVIDê de jî bi renge zer tên nişandan.

Seroka Doktorên Dîyarbekirê Elîf Turan bandora karantinaya 19 rojan li ser Dîyarbekir şîrove kir û da zanîn beriya Nîsanê hejmara pêketîyan rojê 40 bû.

''Lê wekî hemî Tirkiye li vir jî hejmar deh caran zêde bû ji 400î jî bihurî'' got Turan.

Wê destnîşan kir Wezareta Saxlemiyê tekoşina li hember virusê bi zelalî nemeşandîye û ev bandorek mezin kir li ser baweriya gel jî kirîye taybet jibo derziya Covidê.

''Jibo bi gel bidin fêmkirin kampeyneke nehate meşandin

Dokar Turan da xuyakirin di karanatînaya 19 rojan de herî zêde karkerên ku mecbûr bûn bişuxulin di bandora COVIDê de man.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00


XS
SM
MD
LG