Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamît Kiliçaslan ji ber Nexweşîya Covid-19 Koça Dawî Kir


Hamît Kiliçaslan
Hamît Kiliçaslan

Sîyasetvan û lêkolînerê Kurdî Hamît Kiliçaslan jiber nexweşîna Covid 19 jiyana xwe jidest da.

Hamît Kiliçaslan yek ji endamên Civîna Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû. Di heman demê de rêvebirê PDK Bakûr bû.

Dema derbeya leşkerî ya sala 1971an de cezayê îdamê lê hateibû birîn.

Ew ji Tirkiye revîya û gihîşt nav refên peşmergeyan. Lê piştî kuştina Doktor Şivan, ji peşmerge veqetîya û çû Sûrîye heta 1983an li wir ma. Ji wir jî derbasê Swêdê bû.

Kiliçaslan di sala 2014an de vegerîya Tirkiye û di nav xebatên sîyasî de cî girte.

Meytê wî li gundê Qoserê binax kirin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00


XS
SM
MD
LG