Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirîza Aborî ya Tirkîyê Bandorê Dide ser Çapemenîyê


Krîza sîyasî û aborî ya di navbera Tirkîye û Amerîka hêj berdewam dike. jiber vê yekê dolar û euro li hember lîrayê Tirkî bilinbdûna xwe bilez dewam dike. Ev yek ji li ser gelek sektoran bandorên xirab dike.

Ev krîza di demên dawî de herî zêde bandora xirab li ser çapemenîya nivîskî dike. jiber ku kaxeza rojnameyan ji derveyî welat tê.

Faruk Eren, Berpirsê Karên Nivîskî yê Rojnameya Cumhurîyet ev mijar jibo Dengê Amerîka nirxand.

Eren dibeje Karên çapemenîyê bi temamî giredayî diravên bîyanî ye. Bi zêdebûna lêçûnên ya giredayî diravên bîyanî rojname dê bêhtir bikevin zor ê. Rupelên rojnameyan dê werin kêm kirin. bihaya rojnameyan ji dê zêde bibe. Ev dê bibe sedema windakirina xwendevanan.

Eren herweha behsa nedanîna reklaman jibo rojnameyên di opozîsyonê de cih digre ji kir.

“Bi ketina nirxê Lîrayê Tirkî dê bandorên xirab li ser hemû çapemenî bike. Lê rojnameyên serbixwe yên wek rojnameya Cumhurîyet bêhtir dê zorîyan bikêşin. Jiber ku reklaman nastînin û reklam nayên dayîn. Şîrtketên mezin ditirsin ku eger reklaman bidin. Difikirin ku dê hikûmet de zordestîyê li wan bike.”

Hêjayî birxistînê ye ku li Tirkîye pirsgirêka çapemenîyê ne cara yekem e. Bi Rewşa Awarte ji gelek rojname û televîzyon hatibûn girtin. Û bi sedan rojnameger ji bêkar man.

Li gor daneyên Sendîkaya Rojnamêvanên Tirkîyê “TGS” nêzîkî deh hezar rojnameger bêkarin. Herweha, hejmarek zêde rojnameger ji di girtîgehan de tên girtin.

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG