Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Yaseya Nû ya Awarte ya Hikûmeta Tirkiyê


Murat Melet û Sebahettin Kurkumaz

Roja Yekşemê hikûmeta Tirkiyê yaseyeka awarte ya nû îmze kir ji bo parastina sivîlên ku ji bo piştgiriya hikûmetê derketî kolanan dema hewildana kudetayê sala borî.

Yase dibêje, kesên li dijî kudetayî kiryar kiribûn dê neyên dadgehkirin. Berê tenê berpirs û hêzên cîbecîkirina yaseyê parastî bûn.

Rexnegirên vê yaseya nû ditirsin ku ev bibe sedema tundutî û duristkirina firqeyên mirinê.

Opozisyon dibêje reng e ev yase bihêle hin gurûp êrîşî xwepêşandanên opoziyon kin, wan bikujin û piştre bi kudetayê ve girêdin.

Lê peyvdarê partiya desthilatdar AKP Mahir Unal dibêje çarçoweya yaseyê teng e û ew taybete bi rûdanên rojên 15 û 16 yên Tîrmeha sala 2016an.

Gelo bandora vê biryarê li ser civaka Tirkiyê çiye?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê li gel du mêvanan gotûbêj dike:

Murat Melet, civaknas û rêvebirê komeleya Mafê Mirovan li Wanê û Sebahattin Korkmaz parêzer ku li Amedê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:26:02 0:00

XS
SM
MD
LG