Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tuncer Bakirhan:Em Sindoqên Dengadanê Pir Girîng Dibînin


Meclîsa Partîyê (PM) ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro cara yekem li Enqerê civîya.

Berî civîna Meclîsa Partîyê Hevserokê Giştî yê DEM Partî’yê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de li ser hilbijartinên şaredarîyê, çareserkirina pirsgirêka Kurd, geşedanên dawî yên nav sîyaseta Tirkîyê, rawestîya.

Bakirhan ragihand ku ew di pêvajoyeke girîng re derbas dibin, armanca wan ew e ku di hilbijartinên şaredarîyê de şaredarîyên ku qayûm hatine destnîşankirin ewan paşta bigrin, şaredarîyan zêde bikin û pirsgirêka Kurd di asteke aqilmend de çaraser bikin.

“Di pêşîya me de du rojevên girîng hene. Evana hilbijartinên şaredarîyê û bi rakirina tecrîdê di rêyeke demokratîk de çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Li gel aborîya Tirkîyê emê di rojên pêşîya me de bêtir li ser van mijaran rawestin.”

Çend roj berê Serokê Parlementoyê Nûman Kurtulmuş, ku ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hatîye hilbijartin, li parlementoyê serdana DEM Partîyê kiribû.

Di nav vê heftê de jî Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel serdana DEM Partî’yê kir û bi Hevserokên DEM Partî’yê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari re civînek pêk anîbû.

Tuncer Bakirhan
Tuncer Bakirhan

Di nav qûlîsên Enqerê de ev herdû serdan jî wek ji DEN Partî xwastina piştgirîyê ya hilbijartinê hate nîqaşkirin. Bakirhan di qisedana xwe de ragihand ku ew ne çenteyê alîkarîya pêşîn ne.

“Li ser partîya me gelek nîqaş tên kirin. Partîya me polîtîkeyeke çawa wê pêk bîne tê gotûbêjkirin. Lê dixwazim li vê derê tiştekî bêjim, em ne çenteyên alîkarîya pêşîn in. Di her sandiqê de partîyên ku ser û milê wan tên birîndarkirin û em jî wek çenteyên tedawîya pêşîn bigîhîjin û ewan pansûman bikin nînin”, got Bakirhan.

Hevserokê DEM Partî’yê Bakirhan ragihand ku ewê di vê hilbijartinên herêmî de qayûman durbixînin û dewra qayûman jî dawî lê bînin.

Li ser vê gotinê jî Dengê Amerîkayê ji Bakirhan pirseke wiha kir: “Piştî ku hun di hilbijartinan de serbikevin, gelo jibo ku car din qayûm neyên destnîşankirin gelo ti bergirîyên we hene, an jî li gel hikûmetê di vî warî de qet pêwendîyên we bûn an na?”

Bakirhan li ser vê pirsê wiha got:

“Em berî her tiştî bi gelên xwe û vîna gelên xwe bawerin. Li gel ti kesî me hevdîtinek çênekir. Lê em jibo bergirîyan herî zêde vîna ku ji sandiqê derkeve ewî girîng dibînin. Bersîva vê pirsa we ez bawerim wê piştî civîna Meclîsa Partîyê ya me bêtir zelal bibe.”

Parlementerê berê yê HDP’ê û Endamê Meclîsa Partîyê yê DEM Partîyê Kemal Bûlbûl jî li ser hilbijartinan û çareserkirina pirsgirêka Kurd ji Dengê Amerîkayêr hestê xwe wiha anî ziman:

“DEM Partî, di vê hilbijartinê de dixwaze serkeftineke mezin bi dest bixwe. Lê di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de lazime em têkilîyên xwe li gel çar perçê Kurdistanê xurt bikin û li tevahîya Tirkîyê jî bi endamên xwe bikevin hilbijartinan.”

ED_16_12_2023_DEM_Parti_Civîn.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:04 0:00

XS
SM
MD
LG