Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rola DEM Partî Di Hilbijartinên Enqerê De


Dem Partî, Enqerê
Dem Partî, Enqerê

Di hilbijartinên şaredarîyê yên 31 Adara 2019’an de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Enqere û Stenbol di serî de, li gelek bajarên mezin yên rojavayê Tirkîyê namzedên xwe nîşan nedabûn û di van hilbijartinan de jî roleke sereke lîstibû.

Dêl HDP’ê ve ana Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an li bajarên mezin yên rojavayê Tirkîyê bi namzedên xwe beşdar dibe.

Pispor vê yekê, li gor hilbijartinên sala 2019’an, gelek cuda dibînin û radigîhînin ku bandora vê yekê wê bi awayekî erênî li ser Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi awayekî neyînî jî li ser Partîya Gel ya Komarî (CHP) xwe dîyar bike.

Namzedên Enqerê Ozturk Dogan û Gulten Kişanak in. Kişanak ana di girtîgehê de ye û di dema berê de jî Hevseroka Şaredarîya Bajarê Mezin yê Amedê bû.

Serokê Lêkolîna MAK’ê Mehmet Alî Kulat, ji Dengê Amerîkayê re him hilbijartinên pêşîya me û him jî rewşa Enqerê nirxand. Kulat radigîhîne ku di vê hilbijartinê de dengê Kurdan wê bandoreke taybet hebe.

Mehmet Ali Kulat
Mehmet Ali Kulat

“Heke em bi awayekî giştî dîyar bikin, dikarin bêjin ku li Enqerê dengê Kurdan kêm zêde ji sedî 20 e. Ev yek jî dikare çarenûsa hilbijartinê biguhere.”

Li gor Kulat, hilbijêrên Kurd li Enqerê berê xwe herî zêde didin AKP’ê. Kulat radigîhîne ku di nav ji sedî 20’an de, ji sedî 5 dengê Kurdan wê biçe DEM Partîyê yê mayî jî biçe AKP’ê.

“Rêjeya DEM Partî em bêjîn ji sedî 5 na, ji sedî 1 be jî lê dîsa gelek girînge. Heke ji sedî 5 deng biçe DEM Partîyê wê gavê şansê namzedê AK Partîyê dê zêde dibe.”

Lê namzedê Enqerê yê DEM Partîyê Ozturk Turkdogan ji Dengê Amerîkayê re rahgihand ku dengê wan li Enqerê ji sedî 5’an gelek zêdetir e. Turkdogan partîya xwe DEM Partîyê jî wek partîya kilît nîşan dide.

Ozturk Turkdogan
Ozturk Turkdogan

Dîrektorê Giştî yê Lêkolîna SAMER’ê Yuksel Genç jî ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku dengê kesên ku nêrîna wan çep e pêkane biçe namzedê DEM Partîyê.

“Gelek hilbijêr ana di navberê de mane. Namzedê CHP û AKP’ê herdû jî netewperest in û ji MHP’ê hatine. Nêrîna wan jî nêzîkî hev in. Bi ya min gelek hilbijêr van herdû namzedan jî napejirînin. Li ber vî jî yên ku nêrînên wan durî netewperwerên Tirkin dibe ku dengê xwe bidin namzedên DEM Partîyê.”

Li gor Yuksel Genç, ji ber ku DEM Partîyê li Enqerê namzed dîyar kirîyê ev yek hêvî daye hilbijêrên herêmên din jî. Genç vê yekê jî jibo DEM Partîyê wek rewşeke erênî dibîne.

Raporta Deng/ Eyyûp Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00

XS
SM
MD
LG