Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Kirkazak: Selahattîn Demîrtaş di Girtingehê de Rehîne ye


Parêzer Cahît Kirkazak
Parêzer Cahît Kirkazak

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê biryara xwe ya ser Hevserokê Berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş da.

Li gorî vê biryarê tê gotin ku mafê Demîrtaş hatîye binpêkirin û li ber vê binpêkirinê jî 50 hezar perê Tirk ziyanî bidin Demîrtaş.

Demîrtaş di meha Mijdarê sala 2016an vir de di Girtingeha Edîrneyê de bi angaşta terorê zindankirîye.

Di mehên çûyîn de nefsî biryar jî alîyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê jî hatibû dayîn û serbestkirina Demîrtaş hatibû xwastin. Lê Demîrtaş bi dozeke din hate tewanbarkirin û zindankirin.

Parêzerê Demîrtaş Cahît Kirkazak girtina wî bi hiqûqî nabîne û dadidexuyakirin ku Demîrtaş girtîn nîne di zindanê de rêhîn e.

“Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn helbet tiştekî girînge. Ev biryar jî dide xuyakirin ku birêz Selahattîn Demîrtaş bi awayekî dij hiqûqî li hundire. Ev jî tê wê wateyê ku birêz Demîrtaş girtî nine, li hundir rêhîn e.”

Ev biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn gelo ji bo dozê din dê bikaribe bibe hevta(emsal)? Parêzer Kirkazak di vî warî de jî wiha dibêje:

“Heke di hiqûqê de lîstikê Dewleta Osmanî tune be pêkane ku bibe hevta. Lê mixabîn em dibînin ku wek yarîyê matruşka di nav biryareke de biryareke din derdikeve. Heke di tixûbên hiqûqê de be pêdivîye ku Demîrtaş yekser derkeve, lê dêl hiqûqê ve ana sîyaseta desthilatîyê heye. Lê em disa jî naxwazin bê hêvî bin.”

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00


XS
SM
MD
LG