Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Platforma Jinan a Dîcle û Amedê Tê Damezrandin


Nêzî 25 rêxistinên sivîl, sendîka û partiyên li Amedê jibo jinan platformek ava kirin bi navê Paltforma Jinên Dicle û Amedê.

Daxuyaniya avakirina platformê roja yekşemê li cemiyeta rojnamevana hat ragihandin.

Nêzî 30 jin di civînê de amade bûn û daxuyanî ji aliyê Arîn Zumrut û Figen Ekdi hat xwendin.

Hat îfade kirin hem di jiyana taybet, hem di ya civakî de li ser jinê şidet zêde bûye, keda wê tê wunda kirin, jin rastê dubendiyê tên.

Piştî tayînkirina qayuman gelek navendên jinan hat girtin. Platform dibêje v bi zanebûn hatiye kirin da ku tekoşîna ninan têk bibin.

Herwisa diyar dikin ku jibo vê kêmasiyê temam bike, platformê damezrandin.

Hat diyarkirin di nav salek de zexta ser jinan pir giran bûye.

409 jin û keç hatine kuştin, 332 jin rastê êrîşên zayendî hatine, dest dirêjê ser 387 zarokan hatiye kirin.

Di daxuynaiyê de ha gotin " Ev hejmar nîşan dide ku şideta ser jinê pirsgirêka civakî ye û encama bêxemiya siyaseta desthilat e."

Xebata pêşî ya Platforma Jinan ya Dîcle û Amedê pîrozbahiyên 8'ê Adarê ye.

Hun dikarin agahiyên zêdetir ji ser fayla deng gohdar bikin.

Raporta Xecîcan Farqîn 04_02_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00


XS
SM
MD
LG