Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Lêpirsîna Windabûna Hurmuz Dîrîl de Zilamekî 70 Salî Hat Girtin


Hurmuz Diril (68) welatîyek Kristiyan e û sal û nîv berê, bi hevjîna xwe Şîmonî re (70) li gundê xwe yê li ser Şirnexê winda bûn.

Meytê Şîmonî 70 roj şunda piştî berf ji erde helîya, di kersaxa çemê Hezîlê de hat dîtin.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz li ser medya xwe ya civakî ragihand, derbarê lêpirsîna wundabûna Hurmuz Dîrîl de dozgerî biryara desteserkirina sê kesan daye ku yek ji wan zilamek 70 salî (A.D) gundî û cîranê Hurmuz e. Du kesên din jî ji gunden nêz in lê dozgerî bi şertê kontrola edlî herduyan berda ye.

Evuqat dîlsîz daxuyakirin, di hefteya ku Hurmuz û Şimonî winda bûne, di nav gûmanbar û herdû zilamên din de sînyalên telefonê zêde bûne. Herwiha di nav Hurmuz û gûmanbar de jî ji mêj ve pirsgirêkên cuda hebûne. Dozgerî jî jibo tedbîrê biryara giritna gûmanbar daye.

Serokê Baroya Şirnexê da zanîn biryara nepen li ser dosyeyê heye lê dozger gotîye di demek nêz de dê doz destpêdike.

Gûmanbar beriya neha du carên din jî îfade dabû ku di wir de îdia kiribû Hurmuz û Şîmonî ji alîyê endamên PKKê hatine revandin lê KCK li dijî vê îdayê derketibû. Serokê Baroyê got gûmanbar îdaya xwe dubare kirîye.

Kurê Hurmuz û Şîmonî, Remzî Dîrîl, keşeyê dêra keldanîyan ya li Stembolê ye. Wî got ew ji roja pêşî de ew bawer dikin ku tilîya gumanbar di kuştina dayika wî, wundabûna bavê wî de heye.

‘’Biryara giritna wî dereng jî ma, em li hêvîyê ne ku êdî ew rastîyan îtiraf bike.‘’

Remzî Dîrîl got gûmanbar, kurxalê bavê wî ye, ji mêj ve rika xwe daye bavê wî ji pirsgirêkên ku ji bav û kalan maye li ser erd û zevîyan. Herwiha da xuyakirin kurê gumanbar ku navê wî Zekî bûye û 16 salî bûye, yek ji qurbaniyên winda yên salên 90î ye û gumanbar ji vê bûyerê jî bavê wî Hurmuz sûcdar dikir.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:07 0:00


XS
SM
MD
LG