Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Di ''Meşa Azadîyê'' Ya Jibo Abdullah Ocalan De 7 Welatî Hatin Desteserkirin


Partîya Heremên Demokratîk (DBP), Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jina Azad (TJA), jibo tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, çalakîyek bi navê ‘'Meşa Azadîyê’ li dar xistin.

Bi dehan welatîyên ku ji Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Riha û Êlih (Batman) hatin Amedê, li Parka Koşuyolu kom bûn. Lê, li ser fermana walîtîyê bi sedan polîs dora parkê girtin û nehîştin ku çalaki çêbibe. Polîsan dora welatîyan girt û mertalê xwe bilind kirin ku nehîştin rojnamevan dîmen bigirin.

Parêzerê HEDEP’ê Mehmet Oner ji Dengê Amerîka re got ku digel hevserokê HEDEP’ê ya bajarokê Baglar ê Husnu Aslan, 7 welatî hatin desteserkirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Walîtîya Amedê roja Înê jibo çar rojan qedexeya çalakî û meş û daxuyanîyan ragihand û desteserkirina çalakavan di çarçova li dijî derketina vê qedexê hate kirin.

Hevserokê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan û parlamenetrên HEDEP’ê jî di çalakîyê de amade bûn. Piştî ku polîsan dora welatîyan girt û dest bi desteserkirinê kir, parlamanterên HEDEP’ê li ser rêya li pêş parke çalakîya rûniştinê li dar xistin û rêyê ji çûnhatina trafîkê re girtin.

Piştî çend saetan parlamanter ber bi avahîya HEDEP’ê meşîyan û xwestin ku daxuyanî bidin, lê polîsan nehîşt ku welatî tev li daxuyanîyê bibin.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di nav çembera polîsan de, li dijî helwesta polîsan beretên tund nişan da.

''Li Kurdistanê, li Tirkîye kes nikare îrada gele Kurd têk bibe, binpê bike. Îro bi hezaran Kurd ber bi Gemlîkê ve dimeşin. Emê berxwe bidin û emê vê zilmê têk bibin. Îro li Amedê, li Kurdistanê li hember helwesta aştî û azadîyê faşîzmeke mezin heye. Hun faşist in û emê li hember we bisekinin. Ev sekna me sekneke dîrokî ye jiber ku em mafdar in,'' Bayindir got.

‘'Meşa Azadîyê’' ji bajarên wek Amed, Wan, Mêrsîn, Stenbol be bi Gemlîkê hatiye plankirin û çaverê ye ku roja Yekşemê jî bidome.

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:42 0:00

Dîmenen Astengkirina Meşa HEDEPê Li Amedê

Dîmenên Astengkirina Meşa HEDEPê Li Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:36 0:00

XS
SM
MD
LG