Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bayram Bozyel Behsa Rojên Zîndana Diyarbekirê Dike


Bayram Bozyel
Bayram Bozyel

Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin ve Necmi Oner 17ê Gulana 1982an de li hember îşkenceyên giran li girtîgeha Amedê xwe şewitandin.
Ev girtîgeh mînaka herî xerab ya derba leşkerî ya sala 1980yî bû.

Li gorî daneyên fermî di nav salên 1981 û 88an de li Girtîgeha Amedê 34 girtî jiber îşkenceyên giran jiyana xwe jidest dan.

Cîgirê Serokê Partîya Sosyalîst ya Kurdîstanê Bayram Bozyel di na salên 1980-84an de li wir girtî bû. Roja ku her çar xort xwe şewitandin, ew jî beşek cua ya girtîgehê bûye.

Birêz Bozyle dîyar dike Hepsa Dîyarbekirê projeyek dûr û dirêj bû li hember kurdan û hat xwestin ku kadroyên sereke yên peşengên Kurdan li wir tune bikin.

Birêz Bozyel li ser Hepsa Diyarbekirê weha axivî:

"Bi taybetî salên di nav 80-84an nimûneya wê li dinyayê tuneye ku ew dem Hepsa Dîyarbekir ji alîyê îşkencê li dinyayê di rêza sêyemîn de ciyê xwe girtîbû."

" Tu firqa fraksîyonan tunebû li li ber çavên dewletê de."

" Li girtîgehê ji laşê tazî pêştir tu amûrek berxwedanê ya şoreşgerên Kurdan tunebû"

"Dewletê xwest hereketa Kurd tunebe bike le zarokên Kurdan xwestin çirûska azadîyê geş bikin, zindî bihêlin"

"Hepsa Diyarbekirê seranserê diroka Kurdan de qonaxa man û neman, hebun û tunebun, berxwedan û mirinê bû."

" Yên ku işkence û zilim kirin di tarîya dîrokê de di cîyê xwe yê qirêt girtin. Lê gelê Kurd li ser xwe ma û rolek mezin a berxwedana Hepsa Diyarbekirê di vê encamê de heye"

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:38 0:00


XS
SM
MD
LG