Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Dibêjin Tirkîyê bi Êrîşeke Dronî Karbidestên Rêvebirîya Xweser Kuştin 


Ajansa Reuters ji zarê jêderên Kurd ragihand ku droneke Tirkîyê îro Sêşemê li rojhilata bakurê Surîyê êrîşek pêk anîye.

Li gor jêderên herêmî, di êrîşê de, Hevseroka Desteya Rêvebirîya Kantona Qamişlo Yusra Dervîş, şîretvana Rêvebirîya Xweser Lîman Şawiş û ajokarê wan Firat Tuma hatine kuştin.

Cîgirê Dervîş, Gaby Çamun jî di êrîşê de birîndar bû.

Çavkanîyên ewlekarîyê dibêjin ku êrîş li Tilşairê ya li rojhilata bakurê Sûrîyê li dar ketiye.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ser êrîşê hîn ti şîrove nekiriye.

Medyaya dewletê ya Tirkîyê dîyar dike ku îstixbarata welêt li li herêma Tilrifat ya li rojavayê bakurê Tilşairê karbidestekî payabilind yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bê bandor kiriye.

Medya Tirk dide zanîn ku navê wî karbidestî Ridvan Ulugana ye û wî di operasyonên dijî artêşa Tirk de cîh girtiye, lê behsa kuştina sîvîlan nekir û navê Tilşairê jî hilneda.

Tirkîyê dijî herêma xweser ya Kurdan ya li rojhilata bakurê Surîyê û îdia dike ku peywendîyên YPG û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bi hevdu re hene.

YPG, ku pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevkareke girîng ya Amerîka ye.

Helwestên Tirkîyê yên dijî YPG’ê di navbera Enqere û Washingtonê de girjîyê çêdikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG