Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Rojan Piştî Erdheja Wanê, Zarokeka 14 Rojî Hate Rizgarkirin - Wêne


Azra Karaduman, keça 14 rojî, Sêşemê hate rizgarkirin.
Azra Karaduman, keça 14 rojî, Sêşemê hate rizgarkirin.

Zarokeka 14 rojî û dayika wê li apartmenteka heriftî hatine rizgarkirin, du rojan piştî erdheja bi hêza 7.2 Wan hejand.

Dayik û keç bo nêzîkî 48 demjimêran li bin avahiya heriftî mabûn.

Li gor gotinên karbidestan, dibe ku bi sedan yan bi hezaran kes li bin avahiyên heriftî mabin.

Karbidest herwiha dibêjin ku herî kêm 366 kes li erdheja roja Yekşembî hatîne kuştin û 1,300 kes birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG