Bizavên lêgerînê li Wanê berdewam in, di demekê de ku hejmara qurbaniyên erdheja roja Yekşemê zêde dibe.
Jineka 27-salî roja Çarşembî li bin avahiyeka heriftî hate rizgarkirin. Dibe ku bi sedan yan bi hezaran kes hêşta li bin mal û avahiyên heriftî mabin.
Hevdem, karbidest dibêjin hejmara qurbaniyên erdheja Wanê zêde dibe û herî kêm 459 kes mirîne û 1,300 kes birîndar bûne.