Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Hejmara Mirîyên Erdhejê ji 48 Hezarî Borîye


Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Sulyeman Soylu ragihand ku hejmara mirîyên erdhejên navend li Mereşê rabûye 48,448’an.

Soylu da zanîn ku ji mirîyên erdhejan 6660 kes biyan in û dîyar kir ku piranîya wan ji Sûrîyê ne.

Wî got ku ew hîn ser dîyarkirina nasnameyên 1615 mirîyan xebatên xwe didomînin.

Rikeberîya Tirkîyê dibêje jiber ku sazîyên hikûmetê bi derengî tevgerîne hin saxên di bin enqazan de jî canên xwe ji dest dane û hejmara mirîyan zêdetir bûye.

Karbidestên hikûmetê dîyar dikin felaket afata herî giran ya sedsalê ye û hin kêşe çêbûne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di dawîya hefteyê li Hatayê jî xwest ku welatîyên li wir heqên xwe li wî helal bikin.

Erdogan di rojên borî de li Semsûrê jî gotibû ku li hin cîhan kêşeyên xizmetê çêbûne û ji Semsûrîyan xwestibû ku heqên xwe li wî helal bikin.

Jêder: NTV, VOA

XS
SM
MD
LG