Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dê Qeyrana Aborîya Tirkîyê Di Qonaxa Bê De Çawa Be?


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gava careke din hate hilbijartin, di heman şevê de li Beştepeyê di qisedana xweya balkonê de ragihand ku ewê enflasyona Tirkîyê kêm bike.

Wî got,“tengasîyên ku li ber enflasyonê di bihabûna tiştan de çêbûne, li pêşîya me, ji bo çareserkirinê, babetên herî lezgîn in… Heke yê ku çareser bike dîsa em in; me faîz daxist 8,5% û emê enflasyonê jî daxînîn.”

Erdogan, îro li Meclîsa Netewî ya Mezin ya Tirkîyê (TBMM) sond xwar û belgeya serokomarîyê girt. Di derengê şevê de jî ewê kabîneya xwe ya nû dîyar bike.

Duh jî 600 endamên parlementoyê heta derengê şevê sond xwarin û dest bi karê xwe yê nû kirin.

Lê li Tirkîyê pirsa sereke ew e ku Erdogan û kabîneya wî ya nû wê bikaribe vê qeyrana aborîya Tirkîyê çareser bike?

Li gorî pisporên sîyasî û aborîzanan tê ragihandin ku ji vî û pêde siyasetên herî hîmî wê li ser pirsgirên Tirkîyê, bi taybet jî li ser aborîyê be.

Lê aborîzan, di çareserkirina qeyrana aborîyê û cîbicîkirina van gotinên Erdogan de bi hayjixweyî nêzîk dibin. Sedema endezebûna wan jî ewe ku, ev hikûmet eva 20 sale ku li ser kare û ev encam jî ewan afirandîye.

Mustafa Sonmez
Mustafa Sonmez

Aborîzan Mûstafa Sonmez di dema nû de rewşa aborîya Tirkîyê û hewlên hikûmeta nû ji Dengê Amerîkayê re şîrove kir. Sonmez ragihand ku li Tirkîyê pirsgirêkên gelek mezin li pêşîya Erdogan disekinin:

“Di dema nû de Erdogan wê li beranberî kêşeyên aborîyê rû bi rû bimîne. Enflasyon hêjî li Tirkîyê kêşeya harî mezin e. Du sedem enflasyonê bilind dikin; ji vana yekem bilindbûna nirxê pereyên biyanî (dovîz) û yê dinê jî enflasyona ser kelû pelên xwarinê. Ev herdû jî her roj bilind dibin.”

Erdogan dixwaze ku Wezîrê Aborîyê yê Berê Mehmet Şimşek careke din bîne ser vê erkê.

Mustafa Sonmez li ser vê yekê jî disekine û amaje dike ku bi tena serê xwe anîna Şîmşek wê ti çareserîyê neafirîne:

“Kêmasîya pereyên biyanî li Tirkîyê kêşeyeke mezine. Pereyên biyanî yên ku ji hinardekirin û geştiyariyê têne bidestxistin têra deranînê hawirdekirinê nakin. Weberhênerê bîyanî li hemberî Tirkîyê bi mesafe disekinin û bawerîya wan tunene. Heke Erdogan dixwaze vê yekê çareser bike pêwîste ku cî bide ew kesên ku bawerî bide van kesên biyanî.”

Li gorî hin pisporan jî heke Tirkîye ji der alîkarîyê negre bi tena serê xwe çareserkirina vê rewşê pêkan nabîne.

Aborîzan Osman Altug jî ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku gelek dewlet gava dikevin tengasîyê alîkarî digrin:

“Tirkîye dikara ji hin welatan piştgirî bigre. Nimûne di demên berê de Yewnanistanê nikaribû ku deynê xwe bide. Yektîya Ewrûpayê û Dewleta Yektîya Amerîkayê bi faîzên daketî deyn dabû wan û deynê wî jî paşdeavêtinbûn. Ji bo Tirkîyê jî pêdivîye ku tiştên wisa bibe.”

Hemû çav ana li ser kabîneya Erdogan ya nû ye. Gelo ev kabîne wê bikaribe di warê qeyrana aborîyê de çareserîyeke bîne an na? A rastî bersîva vê pirsê herî zêde jî gelê Tirkîyê meraq dike.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00

XS
SM
MD
LG