Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Edrogan Dibêje Aborîya Tirkiyê Geş Bûye Û Opozisyon Bawer Nake


Desteya Statîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) di rojê borî de dîyarkir ku aborîya Tirkiyê di çaryeka duyemîn de sedan 21,7 mezin bûye.

Li gorî vê daneyê di sala 1999 an heta vê demê cara yekeme ku ev qas mezinbûnî çê bûye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan vê mezinbûnê di nav xeta navnetewî de jî di cîyekî girîng de dibîne. Erdogan vê yekê wiha radigîhîne:

“Aborîya Tirkiyê di çaryeke du de bi awayekî reel sedan 21,7 mezin bûye û li dinyayê aborîya duyemîne ku herî zêde mezin bûye. Ev daneya mezinbûnê dîyar dike ku Tirkiye di nav aborîyeke hilberînê de ye û ev jî car din eşkere bûye.”

Him rapora TUÎK’ê û him jî daxûyanîya Serokomarê Tirkiyê Erdogan her çi qas behsa mezinbûnê bike jî lê opozîzyona Tirkiyê bi van hejmarên mezinbûnê bawer nakin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu vê rêjeya mezinbûnê rast nabîne. Li gorî Kiliçdaroglu heke mezinbûnek heba wê herî zêde ser gel xwe dîyar bikira. Di vî warî de Kiliçdaroglu nêrînê xwe wiha dîyar dike:

“Di dema me de emê him faîzên banqa û him jî faîzên koperatîfên qirêdîyan negrin. Rabûne dibêjin aborîya Tirkiyê mezin bûye. Temaşe bikin hiç bandorek li ser gelê me hatîye kirin an na? Hîç tesirek nekirîye. Esnaf û cotkarên me di bin deynan de ne. Emê deynê ku faîze yên gişkan jê bibin. Perê deyn yê eslî jî bikin qist.”

Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu jî li ser mezinbûn û xizanîyagel sekinî. Karamollaoglu di vî warî de rexnê xwe wiha anî ziman:

“Hun bi xiloxarkirina hejmaran nikarin aborîyê mizin bikin û pêngavên gewre bavêjin. Heke li cîyeke mirov nikarin debara xwe bikin li wê derê xizanî heye mezintî nîne. Bi gotinê ne birçî bûn û ne jî feqîrtî xilas dibe.”

HDP jî bi mezinbûna aborîya Tirkiyê bawer nake. Parlementerê HDPê Abdullah Koç gava vê yekê dinîrxîne dibêje “Em her gav di nav geldane û heta niha rastî tiştekî wiha nehatine. Ji bo vî jî bi listikên ser hejmara aborîya welatekê jî mezin nabe.”

Rapora TUÎK her çiqas mezinbûna aborîyê Tirkiyê nîşan bide jî lê hin dane vê yekê piştrast nakin. Li Rihayê ÎŞKUR’ê ji bo 6 kesên ku paxijîyê bigre bangwazî kir, best nezîkî 10 hezar kesan serî li vê bangwazîyê da

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00


XS
SM
MD
LG