Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Krîza Ukraynayê Li Ser Aborîya Tirkiyê


Şerê ku di navbera Ukrayna û Rûsyayê de didome bandora xwe her ku diçe li ser aborîya Tirkiyê dide. Pisporên aborîyê amaje dikin ku heke ev şer demeke dirêj bidome wê di her warî de aborîya Tirkiyê têxe nav tengasîyê.

Bandora vî şerî di 1 Avrêlê 2022 yan de xwe li ser gaza sirûştî dîyar kir. Kompanyaya Anonîm ya Bi Xeta Borîyê Veguhestina Petrolê (BOTAŞ) ragihand ku di bihayê yekîneya gaza sirûştî ya rûniştgehan de sedan 35, di gaza sirûştî ya di hilberîna elektrîkê tê bikaranînê de sedan 44.30, gaza ku di pîşesazîyê de tê bikaranîn jî sedan 50 zêdebûn hate çêkirin.

Piştî vê zêdekirina bihayan di nav salekê de sedan 92.80 zam hate ser gaza sirûştî.

Li ser vê zêdekirinê bihayên gaza sirûştî BOTAŞ’ê daxûyanîyek da û di vê derê de amaje kir ku li Tirkiyê gaza sirûştî li gorî Ewrûpayê bêtir erzan e. BOTAŞ’ê bihayê gaza sirûştî, yê meha Şibatê, yê li bajarê Enqerê li hemberî bajarên Ewrûpayê jî qiyas kir. Li gorî vê danberhevkirinê di mitirê kabikê bihayên meha Şibatê de li Enqerê mitirê kabika gaza sirûştî 2.8 TL bûye, li Berlînê 29.3, Amsterdamê 34.3, Londrayê 17.8, Romayê 24.8 û li Sofyayê jî 17.1 TL’yê derbas bûye.

BOTAŞ’ê sedema vê zêdekirinê jî wiha anî ziman, “Di 1 Avrêlê 2022’yan de li ber hin pêdivîyan di firotina gaza sirûştî de hin rêkûpêkirinên nû hatin çêkirin. Her çiqas ev bihabûnî were çêkirin jî lê dewleta me di bikaranîna gaza sirûştî ya rûniştgehan de dê alîkarî bide.”

Li Tirkiyê wek gaza sirûştî li ser benzinê jî hima hima her heftê carekê zem tê. Di meha Adarê 2022’yan bêtir giranî li ser lîtreya benzinê hate çêkirin. Aborînas amaje dikin ku di bilindbûna nîrxên diravên biyanî de rawestandinek hebe jî lê di warê bihayên benzinê de bêtir giranbûnî çêbûye.

Serokê Sazîya Rêkûpêkirina Pîyeseya Enerjîyê (EPDK) Mustafa Yilmaz giranbûna benzinê bi şera Ukrayna û Rûsyayê re dibestîne û amaje dike ku heke ev şer dirêj bidome wê bandora xwe bêtir li ser benzinê dîyar bike.

Di 1 Nîsanê 2022’yan de bihayê lîtreya benzinê li Enqerê 19.78, li Stenbolê 19.70, li Îzmîrê jî 19.80 lira ye. Di demên dawî de mazot ji benzinê girantir bû. Aborînas amaje dikin ku heke ev bihayana neyên xwarê di hemû berheman de wê giranbûn were çêkirin.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00

XS
SM
MD
LG