Ev gotin ji Rapora lêkolîna “Koça Hebûnên Global” ya Bank AfrAsîa û Sazîya Îstatîstîk ya Tirkîyê (TUÎK) de cih digirê.
Li gor daneyên TUÎKê ev rewş zêdetir zelal e.
Li gorî vê, sala 2018’an li gorî sala berê, ji sedî %42 zêde bû. Yanê 253 hezar û 640 kes ji Tirkiyeyê koçkirin.
Dîsa li gor Banqeya AfrAsia kesên dewlemendên welatên xwe terikandînê Tirkîye di rêza sêyan de cih digire. Û tê gotin dewlemendên Tirkîye herî zêde diravên xwe dikêşin Ewrupa û Mîrnişînên Erebî yên Yêkbûyî,
Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Aborîzan Profesor Erol Katirciglu jibo Dengê Amerîka behsa vê koçê kir.
Katirciglu, jibo derketîna dewlemendan dibêje, jibo dewlemendan mijara mal û milkan pir girîng e. Jiber ve yekê jî dewlemend mal û milkên xwe jibo ewlehîya dibin derveyî welat.
“Li Tirkîyê ne tenê dewlemend herwiha rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan kesên ku dibînin demokrasîyê Tirkîyê têk diçê hêdî hêdî mecbur man û çûn Ewrupayê. Du sedemê vê hene; Demokrasîya berê ya kêm jî edî nayê bi kar anîn. Ya duyan jî rejîma yêk mirovî tê bi kar anîn. Li Tirkîye zêdehî ve biryarên têne dayîn ji alîyê serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve tê dayîn.”
Katircioglu jibo wegera dewlemandan wiha anî ziman, pergala dadwerîyê bi temamî ketîyê bin destê hikûmetê û kesên derketin sedemek jibo hatinê tuneye.
Eger pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewî were çareser kirin û demokrasî pêş bi keve koçkirin bi temamî dê ji holê rabe