Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatên Misir û Tirkiyê Piştî 10 Salan Yekem Hevdîtinên Qahîrayê Pêk Tînin


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Misirê Samêh Şukrî
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Misirê Samêh Şukrî

Wezîrê derve yê Misrê got ku gotûbêjên bi Tirkiyê re li ser îhtimala vegerandina peywendiyan bo asta balyozxaneyan dê di "dema guncaw de" pêk were, di yekem seredana dîplomatên payebilind ên Tirkiyê bo Qahîrayê, ji dema qutbûna pêwendiyan ve berî deh salan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Misirê Samêh Şukrî got ku Tirkiyê dê di zûtirîn dem de peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Misrê re bigihîne asta balyozan.

Çavuşoglu got, "Ez gelek kêfxweş im ku em ji bo asayîkirina têkiliyên bi Misrê re gavên berbiçav diavêjin... Em ê çi ji destên me bê bikin da ku di pêşerojê da têkiliyên me carek din qut nebin."

Şukrî got: "Em ê di dema guncaw de (li ser vegerandina balyozan) werin gotûbêjan, li gorî encamên erênî ku bi xwe re bînin."

Têkiliyên di navbera Tirkiyê û Misrê de bi tundî aloz bûn piştî ku fermandarê wê demê yê artêşa Misirê Ebdulfetah el-Sîsî di sala 2013an de serokê Rêxistina Biraderên Musilman Mohamed Mursî, hevalbendê Enqerê, ji kar derxist. Sîsî sala din bû serokê Misirê.

Meha borî, Şukrî ji bo nîşandana hevgirtinê serdana Tirkiyê kir piştî erdhejên mezin ku zêdetirî 50,000 kes li Tirkiyê û Sûriyê kuştin.

Herdu welat di van salên dawî de li ser Lîbyayê, û her weha li ser sînorên deryayî yên li Rojhilatê Deryaya Spî ya dewlemend a bi gazê, nakok bûn.

Rawêjkariyên di navbera berpirsên payebilind ên wezareta derve li Enqerê û Qahîrayê di sala 2021an de dest pê kiribûn, di nava hewldana Tirkiyê de ji bo sivikkirina aloziyên bi Misir, Îmarat, Îsraîl û Erebistana Saudî re.

Di çarçoveya wê hewla lihevkirinê de, Enqerê ji kanalên televîzyonên opozîsyona Misrê yên ku li Tirkiyê kar dikin, xwest ku rexneyên xwe yên li ser Misrê nerm bikin.

Mursî sala 2019an di zindanê de mir. Endamên din ên payebilind ên Birayên Misilman li Misrê girtî ne an jî reviyane derveyî welat, û girûp derqanûnî dimîne.

Meha borî, hikûmeta Misirê, ku ji bo birêvebirina kêmbûna diravên biyanî tê dikoşe, got ku kompanyayên Tirkî soz dane ku weberhênanên nû yên bi nirxa 500 mîlyon dolar li Misrê bikin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG