Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dabeşbûna Opozîsyonê Paşguh Dixe û Dibêje Desthilatdarîya Wî Dê liser Heman Rêyê Bimîne


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemîyê got ku partîya wî ya desthilatdar AK û hevalbendên wê yên neteweperest dê li ser rêbaza plansaziya xwe bedewambin, piştî ku rêkeftina opozîsyonê ji hev cuda bû li ser wê yekê ku di hilbijartinên meha Gulanê de dê kî bibe berbijar.

Televîzyona dewleta Tirk TRT Haber ragihand ku Erdogan got "Berî çend mehan me gotibû ku ev dê biqewime...Me jixwe armanca xwe destnîşan kiriye...Ew çi bikin bila bikin, em li ser plana xwe, li ser nexşeya xwe ya rê dixebitin."

Dabeşbûna opozisyonê roja Înê hat piştî nakokiyên bi mehan yên hevbendiyê ku ji hêla şîrovekaran ve wekî derbeyekê li hêviyên opozisyonê li beramber serok Tayyîp Erdogan yê ku ev 20 sal in li ser desthilatê, hat dîtin.

Erdogan vê heftiyê ragihand ku hilbijartin dê di 14ê Gulanê de birêve biçin, tevî rexnekirina bersivdana hikûmeta wî li hember erdhejên wêranker yên meha borî, ku zêdetirî 45,000 kes li Tirkiyê kuştin.

Meral Akşener, seroka partiya Baş (IYI Partî), ku partiya duyemîn e di rêkeftinê de, roja Înê ragihand ku partî ji hevbendiyê derdikeve.

Wê got ku di civîna hilbijartina kandîdê serokatiyê ya vê hefteyê de, 5 partiyên di rêkeftinê de Kemal Kiliçdaroglu, serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) wek kandîdê xwe pêşniyar kir.

Akşener endamên rêkeftinê bi fişara li ser partiya wê û binpêkirina îradeya gel tawanbar kir û got ku wê Mansur Yavas û Ekrem Îmamoglû serokên şaredariyên CHP'ê yên Enqereyê û Stenbolê wekî kandîd pêşniyar kirine.

Di rêkeftinê de navenda herî mezin a hilbijêran CHP ye û piştre IYI Partî ye. Kiliçdaroglu, anî ziman ku di rêkeftinê de cihê lîstikên siyasî nemaye û îşaret bi wê yekê kir ku zêdetir partî dikarin bikevin nava rêkeftinê.

Pênc serokên mayî yên hevpeymaniya opozîsyonê roja Şemiyê civiyan û tê çaverêkirin ku piştî gotûbêjan daxuyaniyekê bidin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG