Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Baş ji YSK Dixwaze Ser Berbijarîya Erdogan Pêdeçûnê Bike


Berdevkê Partîya Baş Kurşad Zorlu dîyar kir ku ewê ser berbijarîya serokomarîyê ya Recep Tayyîp Erdogan serî li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) bidin û daxwaza pêdeçûna wê bikin.

"Jibo ku di hilbijartênê de kêşeyên ser rêwabûnê çênebin, em dixwazin ku YSK ser biraya xwe pêdeçûnê çêke. Encama vê pêdeçûna wê helbet bo me hemîyan be. Emê li gor vê pêdeçûnê jî li rêka xwe ya hilbijartinê binêrin,’’ Zorlu bi preskonferansekê got.

Wî bi bîr xist ku bo serokomarîyê berbijarê wan Kemal Kiliçdaroglu û got ku ew dixwazin Hevpeymanîya Netew bi ser keve.

Zorlu dîyar kir ku bo berbijarîya parlamanterîyê wan serlêdan 3,379 kesan pejirandiye û dîyar kir 32 ji sedê wan jin in.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Seroka Partîya Baş Meral Akşener di rojên borî de nîşan dabû ku ewê ji Hevpeymanîya Netew vekişe, lê piştî danûstandinan jinûve vegerîbû tifaqê.

Jêder: DHA

XS
SM
MD
LG