Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Sîyasetvanên Din bo Serokomarîya Tirkîyê Bûn Berbijar


Peyvajoya berbijarîya bo serokomarîya Tirkîyê îro Duşemê bi dawî bû.

Ji kesên dixwestin bibin berbijar dihat xwestin ku 100 hezar îmzayên hilbijêran kom bike.

Benda 100 hezar îmzayan Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce û Berbijarê Hevpeymanîya ATA Sînan Ogan derbaz kir.

Muharrem Înce 114,661 û Sînan Ogan jî 111,508 îmza kom kirin.

Serokê Partîya Jinûve Refah Fatîh Erbakan jî dema îmzayên wî nêzî 70 hezarî bûn ji berbijarîyê vekişî.

Bi vî awayî bo serokomarîyê çar berbijar hene ku duyên din, berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan û berbijarê Hevpeymanîya Netewe Kemal Kiliçdaroglu ne.

Jêder: DHA

XS
SM
MD
LG