Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye jibo Hilbijartina Serokomar û Parlamanteran di 14'ê Gulanê de Diçe Ser Sindqoan


Tirkîye dê di 14’ê Gulanê de bo hilbiajrtina serokomar û parlamenteran di 14’ê Gulanê de here ser sindeoqan.

Jibo serokomarîyê Kemal Kiliçarglu, Muharrem Înce, Recep Tayyîp Erdogan û Sînan Ogan berbijar in.

Di lîsteya dengdanê de di rêza 1ê de Erdogan, ya 2yê de Înce, ya 3yan de Kiliçdaroglu û ya 4an de Ogan heye.

Partîyên sîyasî divê herî dereng heta 9’ê Nîsanê lîsteyên berbijarên parlamanterîyê bidin Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK).

Lîsteya dawî ya berbijaran dê di 19’ê Nîsanê de were ragihandin.

Peyvajoya propagandaya dê 13’ê Gulanê de di saet 18:00 de biqede.

Eger di dengdana 14’ê Gulanê de ji berbijarên serokomarîyê yek piranîyê bi dest nexe gera duyê ya hilbijartinê dê di 28’ê Gulanê de li dar keve.

Bi guherînên dawî benda hilbijartinê li Tirkîyê 7 ji sedê ye.

Partîyên di hevbendîyê de gava hevbendî bendê derbaz bike ew jî bi hevbendîyê re bendê derbaz dikin.

Jêder: AA, VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG