Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ger Hilbijartin Bimîne Gera Duyê Wê Tirkîye di 28'ê Gulanê de Here Ser Sindoqan


Tirkîye jibo hilbijartina serokomarê 13’yan yê welêt do Yekşemê çû ser sindoqan.

Hejmartina dengan didome û heta niha encamên fermî nehatine ragihandin.

Ger ji berbijarên serokomarîyê ti 50 ji sedê derbaz nekin, du berbijarên dengên herî zêde sitandine, Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu dê di 28’ê Gulanê de jibo gera duyê herin hilbijartinan.

Di gera duyê de kî dengên zêdetir bîstine dê bibe serokomarê û.

Agahîyên Ajansa Anadolu, ku medya dewletê ye, dide zanîn ku 99,20 ji sedê sindoqan hatin vekirin.

Li gor ajansê, berbijarê Hevpeymanîya Gel Erdogan 49,39 ji sedê dengan sitandiye.

Berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu 44,97 ji sedê dengan kom kirine.

Eger hilbijartina serokmoarîyê bimîne gera duyê, jibo gera duyê peyvajoya propagandayê wê îro Duşemê destpê bike.

Tirkîyê wê jibo gera duyê di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.

Jêder: YSK, Ajansa Anadolu, Twitter

XS
SM
MD
LG