Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hilbijartinên 14'ê Gulanê, 15 Partî Wê li Parlamana Tirkîyê Bin


Bi hilbijartinên 14’ê Gulanê re 15 partîyên sîyasî ketin parlamana Tirkîyê ku ev hejmar di hilbijartina borî de 14 bû.

Partîyên nû yên parlamana Tirkîyê, Partîya Çep ya Demokratîk (DSP), Partîya Doza Azad (Huda-Par) û Partîya Guherînê ya Tirkîyê (TDP) ne.

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, ku rêjeya beşdarîyê 89 ji sedê bû, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) 267, Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) 50, Partîya Gel ya Komarî (CHP) 169, Partîya Çep ya Kesk 61, Partîya Jinûve Refah 5 û Partîya Karkeran ya Tirkîyê jî 4 parlamanter derxistin.

Ji lîsta CHP’ê, 6 partî 39 bi giştî parlamanter şandin meclîsê.

Ji Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) 14, ji Partîya Saadetê 10, ji Partîya Siberojê 10, ji Partîya Demokrat 3 kes ketin parlamanê.

CHP’ê ji Amedê piştî 21 salan parlamanter derxist û Sezgîn Tanrikulu, ku berê li Amedê seroktîya baroyê jî kiriye, ji rêza 1’ê ket meclîsê.

Hevpeymanîya Gel li herêma erdhejê, ji 11 bajaran li 10’an bû tifaqa li pêş û 58 kursîyên meclîsê bi dest xistin.

CHP li herêma erdhejê hejmara parlamanterên xwe ji 16’an rakir 20’an.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya di hilbijartinên 2018’an de bi 11,7 ji sedê dengan 67 parlamanter derxistibûn dengên xwe kêm kir.

HDP, ku ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ket hilbijartinan bi 8,8 ji sedê dengan 62 parlamanter derxistin.

Jêder: Ajansa Anadolu

XS
SM
MD
LG