Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Helmetên Dawî yên Hilbijartinan Dibin


Siyasetmedarên Tirkiyê bo cara dawî helmetên xwe dikin berî çend demjimêran ji qedexekirina propaganda hilbijartinên sibe Yekşemê.

Di axaftinekê de li Stenbolê, Serok Recep Tayyip Erdogan bang li Tirkan kir ku dengên xwe bidin. Wî avakirina nexweşxane û bingehên veguhestinê di 15 salên serkirdayetiya wî de, wek belge serkirdayetiya xwe serkeftî binav kir û rexne li opozisyonê kir.

Rikberê wî ye sereke Muharrem Ince jî îro Şemiyê li Stenbolê helmeta xwe bi qerebalixeke mezin kir.

Erdogan banga hilbijartinên pêşwext kir wek hewildan ji bo berfehkirina desthilatdariya xwe piştî guhertinên destûrî.

Wî got sîstema nû wê seqamgîrî û geşepêdanê jib o Tirkiyê pêkbîne lê rexnegir dibêjin ewê bihêle ku Serok tenê desthilatdariyê bike.

XS
SM
MD
LG