Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport Behsa Dengdana bi Kom li Hin Sandiqên Hilbijartinên Tirkiyê Dikin


Turkey election polls
Turkey election polls

Serokê komisyona hilbijartinên Tirkiyê dibêje desthilatdaran “pîvanên pêwîst” birêve birin e, piştî raportên dengdana ne normal a hin sandiqên li başûrê Rojhilata Tirkiyê.

Hin Vîdyo îro Yekşemê li ser medya civakî belav bûn ku diyar dikin xelk bi kom dengên xwe didin li bajarokê Sirucê yê parêzgeha Şanlîorfa, cihê ku çar kes lê hatin kuştin di pevçûnekê de berê çend rojan.

Sadi Guven, serokê Civata Bilind a Hilbijartinan, got vekolînên gunehkarî û rêvebiriyê hatine destpêkirin.

Demekê berê jî îro, serokê partiya sereke ya opozisyonê Kemal Kilicdaroglu, got gazind hene li dor hin kiryarên ne normal li hin herêmên rojhilat û başûrê rojhilat û bang li berpirsên sandiqên dengdanê kir ku bêalî bimînin.

Wî bang li karmendên hikûmetê kir ku “ji bîr nekin hûn karmendên hikûmetê ne, ne yên partiyeka siyasî ne.”

XS
SM
MD
LG