Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê 1.025.391 Kes Deng Didin


Bingeheka Dengdanê li Amedê

Di hilbjartina serokomarî û parlamenteriyê de li Amedê 1 milyon û 25 hezar û 391 kes deng didin. Li Amedê 3324 sindoq tên danîn.

Di referandumê de hejmara hilbijêran 992 hezar û 212 bû.

Di vê hilbjartinê de 33 hezar û 117 kes zêde bûne ku piraniyê wan 18 saliya xwe temam kirine û mafê dengdanê bidest xistine.

Navça navendî Baglera bi 233 hezar û 171 navçaherî mezine ku hilbijêr deng didin.

Lijneya Hilbijartinê li heşt naçveyan biryara veguhestina 74 sindoqên li gundan da.

Li gorî biryarê 5500 kes dê ji gundê xwe harin gundên cîran dengê xwe bidin.

HDP da zanîn li ser her sindoqek du kesan peywirdar kirine.

Li Amedê 9 şandeyên biyanî bi gştî 43 kes hatine da ku çavderiya dengdanê bikin.

Li bajarên Batman, Agirî, Bingol, Bedlîs, Dersim, Hekarî, İdir, Mêrdîn, Stembol, Mûş, Sert, Şirnex, Wan ji şandeyên biyanî hene ku hejmara wan di dora 100 kesî de ne.

XS
SM
MD
LG