Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê li Entabê Dest bi Avakirina Xanîyan Kir


Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Îqlimê yê Tirkîyê Murat Kurum ragihand ku wan li Entabê dest bi avakirina xanîyan kiriye.

Kurum dîyar kir ku xanî wê bi destê Rêvebirîya Xanîsazî ya Girseyî (TOKÎ) werin çêkirin.

Li gor ragihandina Kurum, xanîyên qonaxa pêşîn 855 in û wê li Îslahîye û Nurdaxê werin ava kirin.

Wî dîyar kir ku ew li wan cîhên ku vekolînên ser zemînan qediyane tavilê dest bi kar dikin.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku erdhejên ku navendên wan Mereş bûn li Entabê herî zêde li Nurdaxê zîyan çêkirine.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêjin ku piştî erdhejê li Tirkîyê hewcedarî herî kêm bi 500,000 avahîyên nû çêbûye.

Jêder: Twitter, VOA

XS
SM
MD
LG