Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Serdana Colemêrg û Şirnexê Dike


Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bo kongreya AKP serdana Colemêrg û Şirnexê dike

Erdogan di 6'emîn Kongreya Bajêr ya Partiya Dad û Geşepêdanê de li Colemêrgê axivî û got di mehên biharê de qedexa li ser zozoanan radikin.

Erdogan li Colemêrgê got:

"Ji bihara pêş me bi şûn va înşeallah emê wê qedexeya derketina zozanan a ku ji ber ewlehiyê hatibû danîn rakin. Lê divê xwedî li zozanan derkevin."

"Qendil nêzî vir e lê niyeta wan dûrê xelqê me yê Hekkarê ye. Tirkiye tunebe Hekarî jî tune ye. Emê welatê xwe nedin perçekirin. Bi firokan, bi tanqan emê bikin nikaribin ji şikeftan derkevin. 40 sale hizur li welat nehîşitin lê ji îro şûnda êdî nikarin hizura welatê me xerabikin."

Di axaftina Erdogan de li Colemêrgê peyamên li ser rewşa Qudsê jî derketin peş.

"Mesele meseleya kurd, tirk û ereban nîne. Mesele ew e ku bi tevahî erdnîgarî û medeniyeta me di bin êrîşekê da ye. Heger em çiqas di nav xwe da perçe bibin êrîşê wê bi ser bikevin."

"Di vê heyamê de weke serokê Teşkîlata Hevkariya Îslamê me hemû endamên xwe vexwendin Stenbolê û civînan çêkirin, piştî van xebatan li Neteweyên Yekbûyî tevî 128 endaman, me biryara neyînî ya Amerîka û Îsraîlê guherand.”

Erdogan, piştî Colemêrgê diçe Şirnexê û li wir jî beşdarê kongeraya AKPê dibe.

Raporta Xecîcan Farqîn 23_12_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG