Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bayram Bozyel Serdana Erdogan a Amedê Şîrove Dike


Bayram Bozyel

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ji bo beşdarê 6'mîn kongreya Partiya Dad û Pêşevbirinê (AKP) bibe roja Şemiyê tê Amedê.

Erdogan herî dawî di 1ê Nisana 2017'an de di dema kampeyna referanduma guhertina destûra bingehîn de hatibû Amedê.

Cîgirê Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozye dibêje AKP li ser Kurdan siyaseta şer û dijwariyê dimeşîne. Ew operasyona li ser Efrînê jî di wê çarçoveyê de dinirxîne.

Bozyel diyar dike di vê pêvajoyê de ne mimkune ku Erdogan li Amedê hêviyek bide Kurdan.

"Piştî 16ê Cotmeha 2017'an ketina Kerkukê herwisa beriya wê di dema şerê kolanan li bakûr,di nav Kurdan de şikestinek çêbû. Lê ev nayê wateya ku Kurd li dijî şerê Efrînê helwest nîşan nadin. Jiber rewşa awarte, nikarin li qadan helwesta xwe nîşan bidin jiber zextên giran. Heta êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê hestên Kurdan yên netewî dê xurttir jî bike."

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:59 0:00

XS
SM
MD
LG