Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên Destpêkê Nîşan Didin Ku Ta Niha Erdogan Pêşeng E


Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartina serokomariyê, namzedê Hevbendiya Komarî Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52.03 û namzedê Hevbendiya Neteweyî Kemal Kalçdaroglu jî ji sedî 42.11 ê dengan birin. Di vê navberê de namzetê hevbendiya ATA Sînan Ogan ji sedî 05,36 ê deng birin.

Sê namzedên serokomariyê hene: Receb Tayîb Erdogan, namzetê hevbendiya komarî ; Namzedê hevbendiya Netewî Kemal Kiliçdaroglu û namzedê hevbendiya ATAyê Sînan Ogan, lê pêşbaziya dijwar di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de ye.

Li gorî çavdêr û medyayê rêjeya beşdarbûna hilbijartinên roja Yekşemê yên parlamento û serokomariyê gelekî zêde bûye.

Rêjeya herî bilind a ku heta niha hatiye tomarkirin di sala 1987an de ji sedî 93,3 bû.

Lê di wê demê de 26 milyon kesan mafê dengdanê hebûn, û di hilbijartinên niha de zêdetirî 60 milyon kes mafê dengdanê hene.

Çavkanî: Anadolu, AFP, El-Hura

XS
SM
MD
LG