Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Li Dor Naveroka “Ziyanker” Gefan Li Medyayê Dixwe


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê gefên tolvedanê li medya Tirkiyê xwrain li dor belavkirina naveroka ku ziyanê digihîne nirxên bingehîn yên welêt, di gavekê de ku renge bibe destpêa çavdêriyeke bêhtir li ser kerta rojnamegeriyê.

Di tîbîniyekê de ku di rojnameye fermî de hate belavkirine, wî got pîvanên fermî pêwîstin ji bo parastina “çanda niştimanî” ya Tirkiyê û rêgirtina li ketina zarokên welêt bin “bandora naveroka ziyanker ya rojname û radyo û telefizyonan.”

Erdogan negot ew naverok çine, lê got kiryarên yasayî dê bibin li dijî “çalakiyên aşkere û nehênî yên medyayê ku armanca wan têkbirina nirxên niştimanî û moralî û her wiha bingeha civakî ya malbata me ye.”

Ev bû nêzîkî 20 salan e Erdogan li ser desthilatê ye û partiya wî AKPê nirxên mihafizkar yên Îslamî belav dike.

Tirkiyê her wiha di van salên dawî de bi aliyê çavdêriya li dijî medyayê diçe û niha derdora 90% ji dezgehên mezin yên medyayî yên dewletê ne, yan jî nêzîkî hikûmetê ne.

Hevalbendên Tirkiyê yên rojavayî rexneya li Erdogan dikin û dibêjin ew hewldana kudetaya beravêtî ya sala 2016an bi kar tîne ji bo binkêkirina mafên civakî û lêborîne.

Hikûmet van tawanbariyan red dike û dibêje ev pîvan pêwîst in ji ber gefên ku Tirkiyê rastê tê û azadiya derbirîna ayînî parastî ye di komara ilmanî ya bihêz de.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG