Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Radestkirina Çekdarên Daişê yên li Tirkiyê bo Welatên Wan


Wezîrê navxweyî yê Tirkiyê Sulêman Soylu dibêje wê Tirkiyê çekdarên Daişê yên girtî radestî welatên wan bike herçendî ku welatîbûna wan ji aliyê welatên wan ve hatiye red kirin.

Soylu dibêje dora 1,200 çekdarên Daişê di zîndanên Tirkiyê de ne û 287 kes, di nav de jî jin û zarok, di êrîşa Tirkiyê li bakur û rojhilata Sûriyê hatine girtin.

Civaka navnetewî xemên xwe derbirîn li dor metirsiya ku çekdar û alîgirên Daişê di encama êrîşa Tirkiyê de ji zîndanên bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk de birevin.

Soylu berê gotibû ku wê çekdarên Daişê bên şandin bo zîndan yan kampên bin destê çekdarên opozisyona Sûrî de li herêmên aram li bakurê Sûriyê, wek Cerablus, el-Bab, Azaz û Efrînê.

Di demekê de ku welatên Ewrupî wergirtina welatiyên xwe yên Daişî red dikin, Tirkiyê dikare çi bike jibo şandina çekdarên wan welatan?

Sedemên Ewrupiyan çi ne, jibo redkirina welatiyên xwe yên Daişî?

Çarenûsa Daişiyên girtî li Tirkiyê û li Sûriyê çi ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Hisên Şêxanlîoglu, serokê beşa peytwedyên derve yê Zanîngeha Gazîantepê li Entabê û Welîd Şêxo, şîrovekarê siyasî ku li Almanya dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:22:25 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG