Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seyfettîn Neslînebî: “Heke Ewrûpa Bixwaze Dikare Tirkiyê Bîne Rê”


Cadeyeka bajarê Enqerê

Yektîya Ewrûpa (YE) di lûtkeya Adarê ya sala 2021 an de dê li ser kirdarîyên Tirkiyê bisekine.

Şîrovekarên dîplomatîk radigîhînin ku heke Tirkiye di warê demokratîkbûnê de gavên erênî nevêje dê rastî kirdarînên tund were.

Çavên Tirkîyê ana li ser lûtkeya meha Adarê ye. Li gorî akademîsyen û analîzerê têkilîyê navnetewî Seyfettîn Neslînebî,Tirkiye bi vî şiklî nikare hîç gav bavêje. Neslînebî di derheqê Tirkiyê û Yektîya Ewrûpayê (YE) de jî wiha dibêje:

“Heke Yektîya Ewrûpayê durutî neke hêjî bandora wî li ser Tirkiyê heye. Heke Ewrûpa bêje êdî sîyasete Tirkiye xilas bûye, astengîyên desthilatîya Tirkiyê êdî çareser nabe, wê gavê yek sermaederek li Tirkiyê namîne. Tirkiye dê mecbûr bimîne ku were ser xeta demokrasîyê.”

Li gorî Neslînebî dunyayê de çend cemser çêbûne, di hêleke de Rusya û Îran di hêleke de Çîn û di hêla din de jî Amerîka û Ewrûpa heye. Di nav vê derê de jî Neslînebî gava cîyê Tirkiyê dîyar dike wiha qise dike:

“Di nav van cemseran de Rusya, Çîn û Amerîka û yên ku nêzîkî van hene. Lê Tirkiye xwe her çiqas nêzîkî hin cîyan bike jî, ana ne nêzîkî Rusyayê, ne nêzîkî Çînê û ne jî nêzîkî Amerîkyê ye. Li navendê de bê kes û bê xwedî maye.”

Seyfettîn Neslînebî
Seyfettîn Neslînebî

Neslînebî li ser sîyaseta Tirkiyê ya navxweyî jî disekine. Li gorî Neslînebî, fikrên hemû partîyên Tikiyê bi netewperestî, netewperverî û kemalîzmê ve hatine bestîn.

“Li Tirkiyê çi partîyên rast û çi partîyên çep hîç ferq nake, hemû netewperest û netewperwerên Tirk in. Kemalîzm bûye dînê wan, netewperestî jî bûye armanca wan. AKP an jî partîyên ku ji AKP’ê derketine ew jî wek hev in.”

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00


XS
SM
MD
LG