Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Tirkiyê di Navbera Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewrupî de


Wezîrê darayî yê Tirkiyê dibêje Tirkiyê dixwaze pêwendiyên xwe li gel Yekîtiya ewrupî derbasî qonaxeke nû bike ku girîngiya kertya bazirganiyê bide pêş.

Berat Albayrak di konferanseke rojnamevanî de li Parîsê got gavên yekalî yên Amerîka diyar kirin ku pêwendiyên Tirkiyê û Ewrupa û bi taybetî Frensa çendîn girîngin.

Albayrak dibêje ew gavên Amerîka dijî Tirkiyê renge seqamgîriya herêmê têk bibin.

Di navbera Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewrupî de, Tirkiyê xwe bêhtir li ku dibîne?

Gelo pêwendiyên siyasî yên Tirkiyê û Ewrupa di wê astê de ne ku herdû alî karibin dergehên bazirganiyê bi berferehî vekin?

Di vê qonaxa abûrî ya lawaz de, Tirkiyê çi pelên girîng hene li ser wan danûstandinê bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Qasim Argun, şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê dimîne û nivîskar Hoşeng Osê ku li Belçîka dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:22 0:00

XS
SM
MD
LG