Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkiyê Êdî Pêwîstî Bi Endamtiya Yekîtiya Ewrupî Nîne


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Yekşemê ragihand ku Tirkiyê êdî pêwîstî bi tevlêbîna Yekîtiya Ewrupî nîne, lê ew dê bi awakî yekalî dest ji axaftinan bernede.

Wî got:

"Emê nebin aliyê ku dest ji axaftinê berde, bi rastî me pêwîstî bi endamtiya Yekîtiya Ewrupî nîne.”

Erdogan her wiha got: “Yekîtiya Ewrupî, di şerê me yê dijî terorê de, têk çû. “

Lê Erdogan diyar kir ku Yekîtiya Ewrupî pêwîstî bi Tirkiyê heye û got:

"Eger Yekîtiya Ewrupî dixwaza pêşve here, tenê riyek heye, erêkirina endamtiya Tirkiyê û destpêkirina kiryarên geşkirina çand û abûriyê.”

Hêjayî gotinê ye, rawêjkara Almanî Angela Merkel di helmeta hilbijartinan de meha borî got divê Tirkiyê derbasî Yekîtiya ewrupî nebe, herçendî ew hevalbendeka girîng a NATO ye.

XS
SM
MD
LG