Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Abdurrahman Karabûlût Behsa Doza Kuştina Malbata Dedeoglu Dike


Parêzer Abdurrahman Karabûlût
Parêzer Abdurrahman Karabûlût

Gumanbarê kuştinê malbata Dedeoglu Mehmet Altûn piştî derbirînê di 5’ê Gelawêjê 2021 an de girtin. Li gel gumanbarê kuştinê Altûn, 14 kesên din jî hatibûn binçavkirin û ji wan jî 10 kes hatibûn desteserkirin.

Parêzvanê Dedeoglu Abdurrahman Karabûlût, ji Dengê Amerîkayê re qise kir ûragihand ku ji vî şûndetir ewê hemû bala xwe bidin ser vê darizandinê.

Karabûlût dîyar kir ku di vê rûdanê de tilîyên kê heye ewê herî zêde li ser destnîşankirina wan bisekin.

Karabûlût girtina gumanbarên kuştina malbata Dedeoglu jî nîrxand. Karabûlût ev girtin erênî dît û wiha got:

“Piştî êrîşê 2 saet şunde Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu got ev bûyer ne mesleyek Kurd û Tirk e, ne êrîşeke nîjatperestî ye. Walî û dozgerê konyayê jî himan tişt gotin. Dema min derbirînên xwesperên xwe weşand, hin tişt zelal bûn. Dû re jî li vê bûyerê gav Kurd xwedî derketin, rêxistinên demokratîk palpiştî dan û sîyasetmedaran serdan kirin, îrada dewletê ser vê bûyerê şikya. Dikarim bêjim ku aqilê dewletê hat ser rêya me.”

Parêzvanê malbata Dedeoglu Karabûlût, girtina Mehmet Altûn her çiqas erênî bibîne jî li gorî wî tiştê herî girîn yên ku palpiştî dawe Altûn dibîne. Li gorî Karabûlût, Mehmet Altun tetikêşe û vê yekê jî wiha vedibêje:

“Mehmet Altun bixwe tetîkêşe. Di pişt û derdorê wî de kî heye pêwîste yek yek bên eşkerekirin. Jina Mehmet Altun bi xwe di îfadeyên xwe de dibêje, ‘karekî mêrê min tunene. Ew van peran li kîderê tîne nizanim.’ Ev kujer bi xwe xwedîyê kareke nîne û betale. Ev hemû tiştana di serê me de jî gumanên nû durist dike.”

Li gorî parêzvanên malbata Dedeoglu Abdurrahman Karabûlût ev qirgirina malbatê bi planeke profesyonel hatîye çêkirin û heta kîderê diçe bila biçe ewê li ser vê dozê bisekinin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:55 0:00


XS
SM
MD
LG