Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirkîyê Dê 30yê Mijdarê Biryarê Di Heqê Fîncancî Da Bide


Şebnem Korur Fîncancî, Seroka Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) ye. Lê di 30ê Mijdarê de ji doza ku tê dadgehkirin, dibe ku were cezakirin. Fîncancî ji doza ‘Propagandaya Terorê’ nêzî salekê de tê dadgehkirin.

Yekîtîya Dokotrên Amedê, jibo piştevanîya Fîncancî daxuyanî da û hate gotin erka doktoran ne tenê başkirina salxemîya kesan e, lê ew di heman de mê de ji saxlemîya civakê re jî berpirs in. Ew bawer dikin şer saxlemîya civakê jî xerab dike.

Fîncancî jî jibo beşdarê sempozyûmek bibe li Amedê ye û beşdarê vê daxuyanîyê jî bû.

Çima doz li Fîncancî hate vekirin?

Hêjayî bîrxistinê ye ku Seroka Yekîtîya Doktorên Tirkîye Şebnem Korur Fîncancî, par jibo ku derbarê operasyonên Artêşa Tirkîye li ser bingehên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê nirxandinek kiribû û di heqê wê da lêpirsîn vebû.

Tirkîye par li bakurê Îraqê û Herêma Kurdistanê operasyoneke esmanî li ser bingehên PKKê pêk anî û medyaya nêzî PKKê îdia kir ku Artêşa Tirkîye di operasyonan de çekên kîmyewî bikar anîne û gelek şervanên PKKê jiber çekên kîmyewî mirine.

Di wan rojên ku ev îdia di rojevê da bû, Fîncancî beşdarê bernameyek zindî ya Medya TVyê bû û li wir got ‘Jibo van îdiayan divê lêkolînek birêkûpêk were kirin û li gorî Peymana Mînesota otopsi li meytê wan şervana werekirin’’

Lê jiber van nirxandinan, di heqê wê de bilezûbez ji sucê ‘propagandaya terorê’ lêpirsîn hate vekirin.

Fîncancî di parastina xwe de got ‘’Bi zanebûn gotara wê hatîye qutkirin û peyaqmên tê belavkirin ji armanca gotarê hatîye dûrxistin.’’

Lê di 1ê Cotmehê de hate girtin û heta meha yeke girtî ma.

Dozgerî dixwaze Fîncancî û Konseya Rêveberîya Yekîtîya Doktoran ji erk werin sekinandin. Lê tenê Seroka Yekîtîya Doktorên Tirkîye Şebnem Korur Fîncancî ji wê dozê hate girtin û çar mehan girtî ma.

Di 30ê hemê de heftemîn rûniştin doza tê dîtin û çaverê ye ku ji wir biryarek derkeve.

Xanim Şebnem yek ji damezrînerên Sazîya Tiba Edlî ye û di gelek lêkolînên navnetewî da jî cih girtîye.

Ew bi nasnameya xwe ya demokrat û mafparêz tê naskirin.

Wê jibo Dengê Amerîka behsa dozê kir û anî ziman bi awayekî ecêp, îdianameyek bêûsil hatiye amadekirin.

''Dozger roleke mezin daye min lê dixwazim bidim zanîn ku ew dozger hin parastina min godhar nekirîye. Çawa ku îdianame bê ûsile, prosa dadkirinê jî wusa didome. Him dibêjin li konseyê doz vekirine him jî ji navê min pêştir, navê tu endamek rêveberiya yekitiya doktoran di îdianameyê de nîne.’’

Şebnem Fîncancî
Şebnem Fîncancî

Xanim Fîncancî da zanîn ku di îdanameya dozê da tê gotin divê seroka yekitiya doktoran ji erka xwe were sekinandin lê di dabeşkirna erkê de postê serokatîyê nîne.

'' Em 11 endam in û em hemî jî weke serok in. Jibo parastina mafê pîşeyî ya hevkarê xwe, jibo mafê saxlemîya civakî em bi hev re tekoşînek didin û emê bidin’’ got.

Nûnera Yekîtîya Doktorên Amedê Elîf Turan jî ji Dengê Amerîka re got ‘’Jibo qencîya derûnî, civakî, sîyasî ya gel, parastina aşitiyê jênegerek mezin ya erka doktoran e.''

Wê got ew her dem li dijî şer in û yekitiya doktoran di her demî de li dijî zextên desthilatan sekinîne. Herwiha destnîşan kir jîyana polîtîk, ya sîyasî bandora xwe li ser jîyan û saxlemîya kesan jî li ser ya civakê jî dike.

''Lewma jibo demokrasiye û jibo aşitî, emê gotina xwe her bibêjin. Jiber ku ji destpêkê heta îro Yekîtîya Doktoran jibo saxlemiya civakê texsîr nekirine, gotina her gotîye. Lê em dizanin rastî tu carî xweşa desthilatîyan naçe lewma her dem Yekîtîya Doktoran, di her demê de rastê zext û zorê tên.''

XS
SM
MD
LG