Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Êrîşek li ser Yarîzanê Fûtbolê Deniz Nakî Pêk Tê


Deniz Naki
Deniz Naki

Roja şemiyê di dema maça bi Mersin İdmanyurdu Sporê li sahayê êrîşek ser Lîstikvanê Amedsporê Deniz Naki pêk hat.

Êrîşkar alîgirê tîma hember bû û daket sehayê û bi kulman êrîşê Deniz kir.

Êrîşkar hat desteserkirin lê evûqatê Deniz Soran Hardî Mizak got ew ne bi hêvî ne ku êrîşkar bê cezakirin.

Beriya maçê linjeya ewlehiya sporê ya bajarê Mersînê biryara qedexê derxist jibo ku aligirên Amedsporê maçê temaşe nekin. Lê tu cezayek Amedsporê tunebû ku maç bê alîgir were lîstin.

Soran Hardi Mizrak destnîşan kir li hember Amedsporê dilnepakiyek heye û bi biryarên siyasî tevdigerin.

Wî anî ziman heta neha gelek caran li hember Amedsporê neheqî pê hatine herwiha bibîr dixe rêvebirên Amesporê digel wî par li Enqerê rastê êrîşek hov hatibûn. Lê şeş tu cezayek giran êrîşkaran nehat birîn.

“Jiber ku li hember van êrîş an politqayek necezakirin heye, Êrîşkar jî cezaret digrin."

Soran Hardî Mizrak destnîşan kir li Tirkiyê nêzî 10 milyon aliîgirên Amesporê hene lê jiber van qedexe û cezayan nikarin harin maçan temaşe bikin. Ev jî dike ku aligîrên tîmên hember jibo êrîşan wêrek tevbigerin"

Amedspor di maçê de 7-0 biserket. Soran Hardî Mizrak got ew naxwazin Amedspor bi provakasyon an êrîşan bê rojevê.

Hun dikarin agahiyên zêdetir di dirêjayiya raportê de guhdar bikin.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG