Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkiyê Pêşbîniya Kombûneka Erdogan û Merkel Dike  


Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje pêşbîne serdanên rade bilind bibin di navbera serokê welatê wî û serkirdeya Almanî Angela Merkel, ku nişana pêşketina pêwendiyan e di navbera herdû welatan de.

Ev bû demeke, têkiliyên Almanya û Tirkiyê nebaş in li dor jimarek pirsgirêk, di nav de jî bendên li ser helmetên hilbijartinên Tirkiyê ku berpirsên hikûmeta Tirkiyê li Almanya dikin û girtina welatiyên Almanî li Tirkiyê.

Ajansa nûçeyan a Almanî DPA îro Yekşemê ragihand ku Yildirim bawer dike serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê serdana Almanya bike dema hikûmeta Almanî bi awakî fermî dest bikar bike.

Yildirim li aliyekî konferansa Miyûnêx a ewlekariyê ji ajansa DPA re got pêşbîne Merkel jî serdana Tirkiyê bike.

Roja Înê, dadgeheka Tirkiyê rojnamevanekî Alman azad kir ku bêhtirî salekê girtî bû. Dadgehê rê da wî ku ji Tirkiyê derkeve.

XS
SM
MD
LG